Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde bûye klasîkek di warê babeteke herheyî a edebiyatê de, ew jî mijara dualîteyê ye. Evê mijara ku ji ol û ayînan heta bi psîkolojiyê di qadên têvel de bi şêweyên cûrecûr derdikeve pêşiya me, bi vê berhemê ciyekî girîng girtiye di cîhana wêjeyê de. Di vê romanê de em dibin şahidê xwestek û azmûneyên bijîşkekî qenc û xwedan îtibar ê ku dixwaze aliyê xwe yê nebaş jî derxe û bijî. Dema van du aliyên dijhev di du kesayetan de bi gewde dibin, bûyerên cihê meraq û nihêniyê li dor vê nakokiya qedîm diqewimin. Gava em hevok bi hevok li pey ristin û veristina vê meseleya seyr diherin, zewqa edebî a şêwazeke yekta vê azmûneya me ya xwendinê dewlemend dike. (Tanıtım Bülteninden) )
Dönem içi en ucuz fiyat: 21 Kasım 2020 tarihinde 16.38
Dönem içi en pahalı fiyat: 5 Nisan 2024 tarihinde 46.8
Fiyat Arşivi internetteki fiyatları toplayıp önünüze getirir. Çeşitli satıcılardaki fiyat geçmişlerini görüp en ucuz fiyatları bulmanızı sağlar. Sitede herhangi bir ürün satışı yapılmamaktadır. Her türlü görüş, destek ve önerileriniz içiniletisim@fiyatarsivi.com