Bîra Qederê ji şanzdeh fotografên binemaliya mîrê kurd Bedir-Xan pêk tê û bi mirinê dest bi vegotinê dike. Piştî mirina Celadet Beg êdî fotografên ku li pey wî mane dipeyivin. Jiyana wî ya ku di destpêkê de qurmiçî bû, bi carekê ve jîndar dibe û vediguheze jiyaneke têkel û rengîn. Di serê sedsala bîstemîn de, Stembola ku kozmopolît e, her texlît milet û mirovî di paxila xwe de dihewîne; dibe warê Celadetê pêşîn ê jiyanê. Paşê, ew jî mîna gelek welatî, nêz û nasên xwe dibe mişextî, ji welatê xwe bi dûr dikeve, dibe sirgûn. Saraya Osmanî û Bab-i Alî, Pira Galatayê û Taxa Kadikoyê, Şerê Cîhanê, kovara Hawar û Ronahiya ku dengvedana wan li Şamê deng vedide û dengê zimanê kurdî digihîne çar aliyê di nê, dibe yek ji wan fotograf û sûretên berbiçavtirîn ên romanê. Seranserê jiyana Celadet Beg, bi her awayî ve dibe navenda têkoşîn û zanîn, trajedî û evîn, warê keser û berxwedanê. )
Dönem içi en ucuz fiyat: 7 Haziran 2022 tarihinde 24
Dönem içi en pahalı fiyat: 5 Nisan 2024 tarihinde 110.85
Fiyat Arşivi internetteki fiyatları toplayıp önünüze getirir. Çeşitli satıcılardaki fiyat geçmişlerini görüp en ucuz fiyatları bulmanızı sağlar. Sitede herhangi bir ürün satışı yapılmamaktadır. Her türlü görüş, destek ve önerileriniz içiniletisim@fiyatarsivi.com