1. D&R
  2. Kitap
  3. Foreign Languages
  4. Other Languages
  5. Kürtçe

Semaya Dini Di Ezdiyatiye Da

Semaya Dini Di Ezdiyatiye Da
Mağaza: D&R
Son Fiyatı: 51.20 TL

Benzer Ürünler

Satıcıdan aynı kategoride diğer ürünler

Tümü

Ürün bilgileri

Kêşana semayê govenda ayînî û secûdeye bo nûra(dîndara) Xwedê. Êzdiyatî yeke ji bawer û diyanetên li ser rûyê erdê, yê mîna (Someriyan, babilyan û Mîtrayan) kevnar û kûr e. Ew bi sirûştê dinyayê ve girêda ye; weke pîroziya (rojê, heyvê, sitêrrê, û ...hwd.). Êzdiyatîyê Xwedê bi van tiştên sirûştî naskiriye, hizir û şaristanîya kevin û nû, ya mirovatîyê di nav xwe de hembêz kiriye, bi taybetî şaristanîya rojhilatê, ji wan jî Mîtrayî (Mîtra perestî). Berdewama zanîn, rê, risim û adetên Êzdîtîya bavkalan li parizgeha Lalişa pîroz têhne geran.  Di Êzdiyatîyê de sema yek ji nîşanên Xwedênasiya dêrînî û resenîyê ye. Li gorî mîtolojiya Êzdiyan, rê û rismên semayê vedigerine berî destpêka jiyanê li ser rûyê erdê. Semaya dînî di Êzdiyatiyê da, yek ji nîşanên Xwedê nasiyê ye, anku sicudete bo hebûn û hêz û kerameta Xwedê ye. Êzdiyan li ser demê mêjûya xwe, bawerî bi yekîniya Xwedê û her heft milyaketan hebûye. Her wesa bawerî bi tiştên siruştî yên mîna: ax, av, bayî, agir ku ji durê peydabûne hebûye. Lewma heta niha jî li demê kêşana semayê agir tête vêxistin û sê cara semakêş li dor dizivirrin. Êzdiyan her ji kevin da agir kiriye nîşan bo berdewamiya ronahîya rojê bi şevê.Sema gelek sembolên jiyanê bi xwe ve girêdide. Ew ji kevn de û heta îro roj di Êzdiyatîyê de heye. Kevnarîya wê di rêya gelek bizavên sirûştîyê, rewşenbîrî û mêjuwa gelan de jî diyar dibe. Ew gelê ku ev cûre govenda wî ya ayînî hebe, ewî pêşkeftî ye.  Ji edebên dînê Êzdîyan : „Ya herame selef, dîzî û dereo Kuştin, zina û xeberdan ji ne bo Û yê ji xêrî Xwedê ra secûde bo „ Pîr Xelat Elîyas   (Tanıtım Bülteninden)  )

Fiyat Geçmişi

Dönem içi en ucuz fiyat: 16 Mart 2022 tarihinde 26.25

Dönem içi en pahalı fiyat: 5 Nisan 2024 tarihinde 51.2