Despêka Sedsala Bîstî da Trans-Qefqesya cihekî bi azerî, ermenî, gurcî û hêj çiqas zêdetir netewe, ziman û olên ji hev cuda; bi nehênîya çemê Erez û Kurayê hemû bi hev ra wek mehfûrek Tebrîzê di nava hev da nexşkirî, rengîn û rewşedar bû. Lê nişka ve her tişt guherî. Wek, agirê ku Prometheus ji xwedawendan dizî ketibe navenda vê xweşikîya bêhempa, hevsengîya neteweyî û siyasî ya ku bi çi emekên mezin hatibû ristin, hemû serûbin bûn. Aliyekî ve Împaratoriyên Osmanî, Rus û Îranê li ber sekeratê bûn; ji aliyekî din ve jî tesîra Şoreşa Fransîyan ku hestên netewebûnê di nav gelan da wek hûnereka şeytanî îdeala netewe- dewletbûnê derdixist û di dawîyê sancîyên zayîna sosyalîzmê… Neteweperwerên nijadî ku ketin hêwirza avakirina dewletên xwe, bi wê çoş û kelecanên di dilên wan da mantiq ku ji dest çû, evînên mesûm ên ku di nav hezeyanan da dorpêçkirî man xeniqîn, têkoşîna jiyanê ya mirovên ji rêzê û bi pirsyarîya di kaînatê da hebûna mirovê, lêgerîna xilasîya manewî ji bo gihîştina rastîya bêdawî… Ev pirtûk dê we vegerîne dewreka dîrokî û gazî we dike dewreka trajîk a xiyal û hestên bêhêvî di heman demê da jiyaye. )
Dönem içi en ucuz fiyat: 28 Nisan 2023 tarihinde 21.45
Dönem içi en pahalı fiyat: 5 Nisan 2024 tarihinde 25.74
Fiyat Arşivi internetteki fiyatları toplayıp önünüze getirir. Çeşitli satıcılardaki fiyat geçmişlerini görüp en ucuz fiyatları bulmanızı sağlar. Sitede herhangi bir ürün satışı yapılmamaktadır. Her türlü görüş, destek ve önerileriniz içiniletisim@fiyatarsivi.com